Li Qersê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 2016-09-20 20:51:08 QERS (DÎHA) - Li navçeya Qaxizmanê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û leşkeran de şer derket, di şer de leşkerek hat kuştin. Li navçeya Qaxizmanê ya qersê di saetên nîvro de di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û leşkerên derketibûn operasyonê de şer qewimî. Hat gotin şer li herêma Madurê ya Qaxizmanê derketiye û di şer de leşkerek hatiye kuştin. Her wiha hat îdiakirin di şer de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. (ms)