Qeyûn bi polîsan re ket civînê 2016-09-20 17:41:19 WAN (DÎHA) - Qeyûmê ji Şaredariya Qelqeliyê re hat tayînkirin bi dehan polîsan re tevli civîna meclîsê ya Şaredariya Mezin a Wanê bû. Qeymeqamê Qelqeliyê Serdar Karal ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Qelqeliyê hat kirin, bi dehan polîsan re tevli civîna meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê bû. Wekîlê Serokê Meclisê Cahît Bozbay bi hinceta ku tenê qeyûm û endamên AKP'ê tevlî civînê bûne û di civînê de gelek kes kêmin civîn taloq kir. (mb)