Cenazeyê Yilmaz ê YPS'î hat teşhîskirin 2016-09-20 14:44:28 ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê endamê YPS'ê Halîl Yilmaz ê li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest da di encama testa DNA'yê de hate teşhîskirin û ji goristana hate definkirin hat wergirtin. Cenazeyê endamê YPS'ê Halîl Yilmaz ê li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Ozverenê hatibû definkirin hate teşhîskirin. Cenazeyê Yilmaz ê ku di encama testa DNA'yê de hat teşhîskirin li cihê ku hatibû definkirin hate derxistin û ber bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derxistin rê. (sa)