Hevserokê HDP'ê hat binçavkirin 2016-09-20 14:32:08 RIHA (DÎHA) - Hevserokê HDP'ê yê Berecûkê Yusuf Yeşîltepe hat binçavkirin. Li navçeya Berecûkê ya Riheyê polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Di serdegirtinê de Hevserokê HDP'ê yê BErecûkê Yusuf Yeşîltepe hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Yeşîltepe nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê li avahiyê lêgerîn nehat kirin. (sa)