Gerînendeyên nobedar ên Ozgur Gundemê li dadgehê ne 2016-09-20 12:26:49 STENBOL (DÎHA) - Doza der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" Ayşe Duzkan û Ragıp Duran ên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn îro li Dadgeha Stenbolê tê dîtin. Beriya rûniştina dozê Ayşe Duzkan daxuyaniyek da û Apê Mûsa û şehîdên çapemeniyê bibîr anî. Der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" Ayşe duzkan a piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê ku hat girtin kiribû doz hatibû vekirin, Duzkan îro li Dadgeha Stenbolê derdikeve pêşberî dadgeh. Rojnameger Ragip Duran ku ji heman dozê tê darizandin, ji ber ku li derveyî welate dê tevlî rûniştina dozê nebe. Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya ku girtiye tê payîn ku dê tevli rûniştinê bibe. Beriya runiştina dozê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û DÎSK Basın-Îş jî di nav de kedkarên çapemeniyê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Destpêkê Ayşe Duzkan axivî û diyar kir ku ji ber wan demokrasî û azadiya çapemeniyê xwestine tên darizandin. Duzkan di 24'emîn salvegera qetilkirina Apê Mûsa de ew bi bîranî û wiha got: "Bi salane Rojnameya Ozgur Gundem rastî zextan tê. Kadrî Bagdu jî di nav de bi sedan belavkarên wê hatine qetilkirin. Ji bo em dengê wan bidin bihîstin li virîn. Gelê kurd aştiyê dixwaze. Aştî ji bo gelê tirk jî girînge. Ez bi hêvî me ku dê rojekê kesên ku şer dane destpêkirin bên darizandin û dê cezayê heq kirine bigirin." Barry Whîte ku li ser navê IFJ û EFJ axivî da zanîn ku ne tenê Duzkan û Duran azadiya çapemeniyê tê darizandin û wiha pêde çû: "Peywira rojnamegeran li hemberî îktîdarê rastî vegotin û parastina edaletê ye." Serokê Giştî yê DîSK/ Basin-Îş Faruk Eren jî wiha axivî: "Em ji bo nîşan bidin ku hevgirtin ne sûce û azadiya çapemeniyê biparêzin li virîn. Em ji bo mafê nûçe girtina gel û demokrasiyê li virîn." (mb)