Niha jî cilên leşkerî li zarokan kirin 2016-09-20 10:36:20 AMED (DÎHA) - AKP’ê bi hinceta “pîrozbahiya 15’ê Tîrmehê” çek da destê zarokan û bi cilên leşkerî xist nava dibistanan. Ev wêneyê zarokan, wêneyê ku li dibistanek Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi nivîsa “JOH, POH dora perwerdeyê ya me ye” tîne bîra mirov. Hêzên dewletê ku li hemberî berxwedanên qadên xweser ên li Bakûrê Kurdistanê komkujî pêkanîn, li Cizîr, Şirnex, Gever, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, Hezex û Silopiya bi sedan kes hatin qetilkirin. Hêzên ku komkujî pêkanîn destpêkê dest avêtin dibistanan. Li dibistanan li ser texteyan "Dora perwerdê ya me ye, JOH, POH" nivîsîn û bi çek poz dan. Piştî hewildana derbeya 15’ê Tîrmehê, AKP’ê derbeya siyasî da destpêkirin. Derbeyê destpêkê dest avêt perwerdehiyê. Bi hezaran mamoste bi hinceta “FETO û têkilî bi terorê re heye” ji kar hatin girtin. Niha jî xwendekarên bê mamoste mayîn di bin navê “pîrozbahiyên 15’ê Tîrmehê” çek dixin deste wan û bi kincên leşkerî wan dişînin dibistanê. Wêneyên JOH, POH û zarokên bi kincên leşkerî şandin dibistanan pêla faşîzmê dide nişanda. (bî/bg)