Qereqol di nava betonê de veşartin 2016-09-20 09:10:52 WAN (DÎHA) - Li bajarên Kuristanê gelek dibistan û nexweşxane hatin xerakirin û li şûna wan qereqol hatin avakirin. Lê piştî qereqol ên leşker û polîsan di nava bajar de hatin avakirin, ji ber ku rastî êrîşan hatin derdorên qereqolên xwe bi dîwarên beton ên 4 metre bilind û 40 cm stur pêçan û di nava betonê de veşartin. Îktîdara AKP'ê piştî li bajarên Kurdistanê şer da destpêkirin, bi tang, top û balafiran gelek xanî û tax xera kirin. Lê ji ber ku nekarîbû kurdan ji bajarên wan vala bike û wan koçber bike bi kepçeyan xanî xera kirin. Dibistan û nexweşxaneyên li taxan tev xera kirin û li şûna wan qereqol avakirin. Di demsala havînê de gelek qereqol û navendên polîsan rastî êrîşên bi bombeyî û roket hatin. Piştî bi sedan polîs û leşker di êrîşan de hatin kuştin, wekî gelek bajar û navçeyên Kurdistanê li Wanê jî polîs û leşkeran qereqolên ku ava kirin bi dîwarên betonî pêçan. Piştî qereqol ên leşker û polîsan di nava bajar de hatin avakirin, ji ber ku rastî êrîşan hatin derdorên qereqolên xwe bi dîwarên beton ên 4 metre bilind û 40 cm stur pêçan û di nava betonê de veşartin. Polîsan dîwar li pişt dîwr ava kir. Qatên ketin û derketinê û nokteyên kontrolê jî bi zirxên çelîk pêçan û beton li pêş betonê bilind kirin û xwe di nava beton û zirxên xwe de pêçan. Polîsên ku derdikevin derve jî bi maşînê zirxî derdikevin derve. Ji ber ku beton li ser rêyan jî danîne maşîne nikarin di rêde biçin û gelek caran herikîna trafîkê asteng dikin. Roj bi roj bêtir xwe di nava dîwaran de dipêçîn. Heta niha Midûriyeta Polîsan a Rêya Hevrîşîmê, Navenda Polîsan a Sixkê, Nokteya Polîsan a 2 Nîsanê Midûriyeta Polisan a Artemêtan bi betonan hat pêçan. Dîsa li pêş Navenda Polîsan a Sanayê ya li ser rêya diçe Erdîşê bi diwarên bilind ên betonê hatin pêçan. Her wiha ne tenê navendên polîsan, der û dorên avahiyên AKP'ê jî bi beton û maşîneyên zirxî wekî TOMO û akrepan hatin pêçan û ketin û derketina herêmê di bin kontrolêde tê kirin. Li navçeya Elbakê jî Midûriyeta Polîsan a Elbakê dîsa bi heman rengî bi betonan hat pêçan û polîsan xwe di nava betonê de pêçan. (mae)