Çîroka zarokekî ji dîlgirtinê heta azadiyê 2016-09-20 09:08:28 DÎLOK (DÎHA) – Ji 150 zarokên ku di sala 2014'an de ji dema ji Helebê vedigeriyan Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve li Minbicê dîl hatibû girtin Amed Nassan piştî serbest hat berdan, diyar kir ku DAIŞ'ê ew li Minbicê dîl girtin, lê piştî Minbic hat rizgarkirin êdî ew weki minbicê azad e. Nassan, ku li Minbicê dîl hat girtin û xwe xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar kir hat Dîlokê û wekî Minbicê azad e. 250 zarokên di sala 2014'an de dema ji Helepê vedigeriyan Kobanê li Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin. Ji 250 zarokan 100 zarokên jin serbest hatibûn berdan. 150 zarokên temenê wan di navbera 14 -16 salî de dil hatibûn girtin. Zarokê ji Kobanê yê 15 salî Amed Nassan, ku demek dirêj di destê DAIŞ'ê de ma, diyar kir ku çeteyên DAİŞ'ê bi hukmê zorê dersên cîhadê û îslamîya radikal dida wan. Nassan, da zanîn ku dîmenên înfazê nîşanî wan dida û perwerdehiya serjêkirin û cîhanê dida wan. Nassan ku 4 mehan di destê endamên DAIŞ'ê de ma û piştre xwe rizgar kir li gel 2 sal derbas bûn jî hêj ji bîr nekiriye û her tiştî bibîr tîne. Nassan, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bi rêk û pêk îşkence li wan dikir û li odeyên êsîran 17 kes dihatin girtin. Nassan, bilêv kir ku her roj li salona perwerdehiyê amade dibûn û wiha got: "Li vê salonê dîmenên serîjêkirin û înfazê bi me didan temaşekirin. Zarokên ku li gorî bernameya perwerdehiyê tev nedigeriyan rastî îşkenceya giran dihatin. Rojê 5 caran rastî lêdana endamên DAIŞ'ê dihatin. Bi xortum, dar, ceyran û kabloyan işkence li me dikirin. Li hemberî 89 DAIŞ'ê di destê YPG'ê de zarok revandin Nassan, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî 98 mirovên xwe yên di destê YPG'ê de zarok revandin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Her dem ji mere digotin 'Dema me kobanî ji destê YPG'ê girt em dê we bibin wir. Ez 4 mehan di destêwan de dîl hatin girtin. Hin zarok reviyan û hin jî taqas kirin. Roja ku DAİŞ’ê êrîşî Kobanê kirin em serbest hatin berdan. Wê demê min fam kir ku malbata min koçberî Bakurê Kurdistanê buye. Dema ez hatim Tirkiye ez rastî îşkenceya leşkerên tirk hatim. Hin zarok çûn Halebê, hin zarok çûn Cerablusê û hin zarok jî çûn Babê. Ez û 8 hevalên xwe jî ji bo derbasî Tirkiye bibin em hatin sînorê Cerablus-Karkamişê. Dema me sînor derbas kir leşkerên tirk em dîtin. Îşkence li me kir û em paşve kişandin. Di cara duyemîn de me sînor dîsa derbas kir û em hatin Tirkiye. Piştî min cara duyem sînor derbas kir ez hatim Dîlokê û gihiştim malbata xwe." Nassan li gel malbata xwe li navçeya Belkisê ya Dilokê bi cih bû û niha piştî Minbic rizgar bû gelek kêfxweş e. Nassan, diyar kir ku niha li vir pirtûkên kurdî dixwîne û ligel malbata xwe dijî û wiha got: "Endamên DAIŞ'ê ku em li Minbicê dîl girtin îro Minbic azad e. Ez dîsa dixwazin vegerim Kobonê. Ji ber taxa me ji aliyê DAŞI'ê ve hatiye xerakirin nikarim niha vegerim. (mae)