Nobeta Azadiyê li Bakirkoyê didome 2016-09-19 19:49:15 STENBOL (DÎHA) – Nobeta Azadiyê ya jibo rojnamegerên girtî Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Înan Kizilkaya û Zana Kaya liber Girtîgeha Bakirkoyê didome. 8'emîn Nobeta Azadiyê ya ji bo rojnamegerên girtî Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Înan Kizilkaya û Zana Kaya li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê berdewam kir. Di nobetê de rojnameger Muge Îplikçi, rojnemeger Yonca Poyraz nûnerên Vakfa Aştiyê, Vakfa Demokrasiya Civakî û Odeya Tabîban a Stenbolê amade bûn. Rojnameger Muge Îplikçi, xwest her kes li raman, nasname û zimanê xwe xwedî derkeve û wiha got: "Asli û Necmiye ne bi tenê ye." Nûnerê Odeya Tabiban a Stenbolê Ulaş Yilmaz jî xwest rojnamegerên girtî Necmiye Alpay, Aslı Erdogan, Zana Kaya, Înan Kızılkaya bên berdan. (mae)