Sariyildiz: Em amade ne delîlên komkujiya Cizîrê pêşkêşî NY'ê bikin 2016-09-19 18:31:33 CENEVRE ( DÎHA) - Wekilê HDP'ê yê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, di civîna Mafên Mirovan a NY'ê de diyar kir ku di pêvojaya 79'ê rojên qedexeya derketina kolanan de hêzên dewletê 24 zarok bi giştî 257 mirov qetilkirin. Sariyildiz, anî ziman ku 143 di avahiyan de hatin şewitandin û wiha got: "Em amade ne ku delilan pêşkêşî NY'ê bikin. Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, di 33'yemin Rûniştina Mafên Mirovan a Kanseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, bal kişand ser axaftina Derya Koç a Sibata 2016'an û wiha got: "Derya Koç, di Sibatê de beşdarî tv bû û got 'Di jêrzemîna yekemîn de 20-25 birîndar hene. Hêzên artêşê benzîn bi ser wan dakir û ew şewitandin. Niha dixwazin 25 kesên di qatên 1 û 2'emîn de bişewitînin. Hefteyek şûnde me cenazeyê Derya teslimî malbatê kir." 257 mirov hatin kuştin Sariyildiz, anî ziman ku qedexeya derketina kolanan li cizîrê 79 rojan berdewan kir û wiha got: "Di dorpêçê de 24 zarok bi giştî 257 mirov hatin kuştin. 143 mirov di 3 jêrzemînên cuda de hatin şewitandin. Ev mirov li ber çavên cîhanê hatin şewitandin. Di 20'ê Çile de meji bo birindaran rakin nexweşxaneyê bang li ambulansê kir, lê ji ber ambulans nehat 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Ger ku Neteweya Yekbûyî bixwaze em dikarin hemû binpêkirina mafan yek bi yek bi raporan pêşkêşî NY'ê bikin. ‘Sûcê mirovahiyê ye' Sariyildiz, da zanîn ku geşedanên li Cizîrê pêk hat sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Ez wekî wekil di nava gel de bûm. Ez bûm şahidê vê hovîtiyê. Her tişt li ber çavê min pêş ket. Mirov li ber min hatin kuştin, hatin şewitandin. Hêj bêhna goştê laşê wan tê min. Di dîroka Tirkiye de ez bûm şahidên rojên herî giran. Niha dixwazin ser van rastiyan veşêrin. Divê em destûr nedin vê yekê Divê Neteweya Yekbûyî bike peyvir û li ser vê yekê lêkolîn bike. NY Bixwaze ez dikarim belgeya kuştina 143 kesan bi niviskî û deng pêşkêşî NY'ê bikim." (mae)