Xwendekar bi derbkirinê hatin binçavkirin 2016-09-19 16:38:40 AMED (DÎHA) - Li Amedê polîsan 30-35 xwendekarên ku çalakiya "Dest nedin mamosteyê min" li dar xistin bi derbkirinê bin çav kirin. Nêzî 30 xwendekarên temenê wan di navbera (15-17) ji bo protestokirina ji kar girtina mamostayên Egîtîm-Senê neçûn dibistanê, li Qada Şêx Said kom bûn. Xwendekarên ku xwestin çalakiya runiştinê pêk bînin, ji aliyê bi sedan polîs ve hatin dorpêçkirin. Polîsên ku ji xwendekaran re gotin “herin dibistanên xwe” xwendekaran pirsa “mamostayên me tune ne em ê çawa herin dibistanê?” ji polîsan kirin. Li gel hemû astengiyan xwendekar runiştin û dowîzên “Dest nede mamosayê min” û “Em ji bo jiyanek bi rumet li vir in” rakirin. Xwendekarên ku xwestin daxuyaniyê bixwînin, ji aliyê sedan polîsên hêzên çewîk û sivîl ve bi derbkirinê hatin binçavkirin. Xwendekar li wesayîtan kirin û birin. Dema xwendekar birin welatiyê bi navê Sedat Keser (40-45) ku îdia kir ji Enqeryê hatiye bertek nîşanî polîsan da, lê ew jî bi derbkirinê hat binçav kirin. Piştî binçavkirina xwendekaran bi sedan polîsan Qada Şêx Seîd dorpêç kir. (kom/sa)