Li Şemzînanê leşkeran welatî dan ber guleyan 2016-09-19 16:31:44 COLEMÊRG (DÎHA) – Li gundê Dûrê ya Şemzînanê leşkerên qereqolê welatiyên sivîl dan ber guleyan û yek jê birîndar bi giştî 3 kes birîndar bûn. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, leşkerên qereqola Durakê ya nêzîkê gundê Dûrê, welatiyên sivîl dan ber guleyan. Di encama gulebarana leşkeran de yek jê birîndar 3 welatiyên bi navê Sadik Bahadir, Seyfettin Kiliçoglu û Ziyap Ozer birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi wesayîtên sivîl rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê. Hat zanîn ku rewşa Ziyap Ozer giran e û di emeliyatê de ye. Her wiha li gund hat ragihandin ku di navbera leşker û welatiyan de gengeşî derketiye. (kom/sa)