Polîsan êrîşî Mîtînga Êlihê kir 2016-09-19 16:29:38 ÊLIH (DÎHA) - Gelê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyan mîtîng pêk anî. Polîsan mîtîng tehamul nekir û êrîşî mîtînggê kir. Gelê Êlihê li gel hevşaredar, endam û rêveberên DBP û HDP'ê xwest li kolana Gulistanê mîtîngê pêk bîne. Gelê ku li Kolana Gulistanê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin. (mae)