Bijartiyên navçeyê 12 roj in di bin çavan de ne 2016-09-19 14:47:19 ERZIROM (DÎHA) - Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca û 3 endamên meclîsa şaredariyê 12 roj in di bin çavan de ne. Hevşaredara Tatosa Erziromê Tulay Karaca û endamên meclîsa şaredariyê Nuh Demîrel, Çîçek Sarualtun û Osman Kiliç ên di serdegirtinan malan de hatin binçavkirin 12 roj in di bin çavan de ne. Karaca û Sarualtun li Midûriyeta Polîsan a Bajar, Demîrel û Kiliç jî li Qereqola Polîsan a Golbaşi tên girtin. Ji 7'ê îlonê heta niha ji bijartiyên navçeyê agahî nayê girtin. (sa)