Bi zora polîsan mamoste ji dibistanê derxistin 2016-09-19 14:12:10 SEMSÛR (DÎHA) - Li Semsûrê mamosteya ji peywirê hat dûrxistin, xwest bi xwendekarê xwe yê polê re bê cem hev, lê bi zora polîsan ji dibistanê hatin avêtin. Piştî biryara KHK'ê û îlana OHAL'ê re 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sen'ê ji peywirê hatin girtin. Li Semsûrê mamosteya ji peywirê hat girtin bi boneya xwendekarê xwe yê polê ziyaret bike bi wan re hat cem hev, çû dibistana xwe, bi zora polîsan ji dibistanê hat avêtin. Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Semsûrê Ayşegul Yucetaş ku li Dibistana Seretayî ya Menderestê mamoste ye dema çû xwendekarê xwe yê polê ziyaret bike bi zora polîsan ji dibitanê hat dûrxistin. Yucetaş, bertek nişanî polîsan da û got: "Ev zarok yên me ne. Bi salan in em wan perwerde dikin. Em xwendekarên xwe bi destê polîsan de bernadin. Yucetaş, anî ziman ku bi xwendekar û malbatên wan re hatin cem hev û xwestin der barê binpêkirina mafan de belavokan belav bikin. (mae)