Karaca: Çalakî dê bi navê 'Têkoşîn Pêştevanî û Dîplomasiyê' bidomin 2016-09-19 12:58:29 ENQERE (DÎHA) - Egîtîm Sen'ê têkildarî sedema nû ya perweerdehiyê û dûrxistina endanên xwe daxûyanî da. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamûran Karaca, diyar kir ku çalakiyên wan dê bi navê 'Têkoşîn Pêştevanî û Dîplomasiyê' bidomin Navenda Egîtîm Senê têkildarî sedema perwerdehiya 2016/2017'an û dûrxistina mamosteyan li salona Mûlkeler Bîrlîgî ya Enqerê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca diyar kir ku dê çalakiya wan di bin sê xalên wekî "Têkoşîn, Pêştevanî û Dîplomasîyê" de bidomin û wiha axivî: "Ji ber ku di sedema nû ya îro li Tirkiyeyê hat destpêkirin de endamên me bi awayekî dij hiqûqî ji kar hatin dûrxistin ev sedem dê kaosekê bîne." Karaca bi bîr xist ku hikûmetê hewldana darbeyê ji bo xwe wekî firsendekê dît û nehişt endamên wan ên hatin dûrxistin parastina xwe bikin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di bin navê hewldana darbeya ku li 15'ê tîrmehê de hat kirin de li hemberî endam û mamosteyên me biryarek dij mirovî û dij hiqûqî da. Sedema nû ya perwerdehiyê de bi hezaran endam û mamosteyên me ji kar hatin dûrxistin." 'Dibistan vedigerin îmam hatîban' Karaca da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ji demên borî çi wane negirtiye û weha pêde çû: "Di demên borî de herî kêm ji bo îmam hatîpliyan kontenjan dihatin vekirin. Lê gelek balkêşe ku hikûmetê piştî hewldana darbeyê gelek dibistan vegereandin îmam hatîbê. Welatiyên suriyeyî yên ku ji welatên xwe koçber bûn hatin li Tirkiyeyê jî qeyd dikin dibistanên îmam hatîbê. ev durûtî nayê qebûl kirin." 'Hikûmet yêk perestiyê diparêze' Karaca destnîşan kir ku mufredata Tirkiyeyê dewlemendî û hebûna zimanan tune dihesibîne û wiha berdewam kir: "Mufredata Tirkiyeyê di hemû qadan de yek perestiyê diparêz e. Di mufredata nû ya ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat amadekirin de ji ber yek perestiyê diparêze hebûna ziman û dewlemendiyê jî binpê dike. Bila hikûmeta AKP'ê bizanibe ku yek nayê qebûlkirin û gel dê hesaba van cûdahiyan ji hikûmeta AKP'ê bixwaze." 'Çalakiyên me dê bi biryar bidomin' Karaca bi lêv kir ku ew ê di bin sê xalên wekî "Têkoşîn, Pêştevanî û Dîplomasîyê" de bê navber têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Heta ku hikûmet dev ji biryara kar avêtina endam û mamosteyên me bernede û em ê bi biryar û bêdem çalakiyên xwe di bin sê xalên wekî "Têkoşîn, Pêştevanî û Dîplomasîyê" de bidomînin. Dibe ku hikûmet bibêje ew dê di sedema perwerdeyê ya nû de gav paş ve biavêjin, lê bila hikûmet baş bizanibe ku heta hevalên me yên ku ji kar hatin dûrxistin venegerin ser karê xwe em dev ji vê doza xwe ya demokratîk bernadin." 'Divê dewlet dev ji nijatperestiyê berde' Karaca herî dawî wiha got: "Bila hıkümet demildest dev ji vê biryara kar avêrinê berde û hevalên me vegerin ser karên xwe. Divê ku hikûmet yek perestiyê neparêze û mafê gelan ên demokratşîk binpê neke. Ya herî girîng jî ew e ku divê dewlet dev ji nijatperestiyê berde û li gorî hebûna zimanê hemû gelan perwerdehiyeke nû amade bike." (fd/mae)