Doza 'Piştevaniya bi Ozgur Gundemê re' dest pê dike 2016-09-19 11:19:56 STENBOL (DÎHA) - Doza ku li "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" ên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn hat vekirin, sibê dest pê dike. Destpêkê Ayşe Duzkan û Ragip Duran derdikevin pêşberî dadgehê. Der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" ên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin kiribûn, doz hatibû vekerin. Rûniştina doza "Gerînendeyên Nobedar dê sibê li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê bê ditin. Di destpêkê de dê rojnameger Ayşe Duzkan û Ragip Duran dê derkevin pêşberî dadger. Rojnameger û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya dê di her dûniştinê de wekî bersûv amade bibe. Duzkan û Duran dê sibê saet di 10.30'an de li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadgehê. Berî rûniştinê dê sibê saet di 09.00'an de li gel Gerînendeyên Weşanê yên Nobedar daxuyanî bê dayîn. Di 22'ê ÎLonê de Serokê Giştî yê Basın-Îş'ê ya KESK'ê Faruk Eren, di 29'ê Îlonê de Ertugrul Mavîoglu li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dadgehê. Rojnameger Celal Başlangıç, Fehim Işik, Yildirim Turker, Ayşe Batumlu, Îhsan Çaralan, Murat Çelikkan û Beyza Ustun jî dê di cotmehê de derkevin pêşerî dadgehê. Di 1'ê Mijdarê de jî dê rûniştina Celalettin Can û di 8'ê mijdarê de jî Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê yê Tirkiye Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin ku hatin girtin û serbest hatin berdan, dê li 13'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derkevin pêşerî dadgehê. Rojnameger Cengiz Baysoy jî dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran derkeve pêşerî dadgehê. Rojnameya Ozgur Gundemê di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de ji bo piştevaniyê kampanya "Nobedariya Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê" dabû destpêkirin û 100 rojnameger, nivîskar û parazvanên mafên mirovan nobed girtibûn. Kesê der bare wan de doz hatin vekirin wina ne. Hevserokên Cemîyeta Rojnamegerên Azad Nevin Erdemîr û Hakki Boltan, rojnameger Hasan Cemal, Aydin Engîn, Şeyhmus Dîken, Derya Okatan, Murat Uyurkulak, Said Sefaoglu, Faruk Balikçi, Tugrul Eryilmaz, Mehmet Guç, Nadire Mater, Kumru Başer, Kemal Can, Necmiye Alpay, Julîde Kural, Denîz Turkalî, Çilem Kuçukkeleş, H. Hayri Şanli, Veysi Altay. Der barê 9 kesan de biryara bê şopandinê hatibû dayin Rojnamegerên der bare wan de biryara bêşopandinê hat dayîn wiha ne: Eşber Yagmurdereli, Ahmet Abakay, Saruhan Oluç, Işin Eliçin, Mustafa Sonmez, Melda Onur, Îhsan Eliaçık, Hasip Kaplan, Sabahat Tuncel. (mae)