Teqemeniya leşkeran mirovekî din şewitand 2016-09-19 10:28:18 AMED (DÎHA) - Di meha tîrmehê de teqemeniya leşkeran 3 bira birîndar kiribûn. Piştî vê teqînê di tebaxê de jî welatiyê bi navê Mahmut Yildirim bi teqemeniya leşkeran birîndar bûbû û bedena wî şewitî bû. Dermankirina Yildirim hêj didome û birînên wî girantir dibe. Di Tîrmeha 2016'an de li gelek gundên navçeya Lîcê "Qedexeya derketina kolanan" hatibû îlankirin. Di qedexeyê de leşker derketibûn operasyonê û gelek teqemenî li pey xwe hiştibûn. Teqemeniyên ku leşkeran li pey xwe hiştine talûkeyek mezin belav dike. Di teqemeniyê li gundê Dêrxusê ya navçeya Lîce ya Amedê 3 birayên hev Rojhat (4) Adem (9) û Yusuf Ozkan (13) bi giranî birîndar bûbûn. Di 21'ê Tebaxê de jî dîsa teqemeniyek din bi destê welatî Mahmut Yildirim de teqiya û bedena wî şewetîbû. Yildirim, dema çû nava zeviyê û cismê li erdê dît xist destê xwe, cism di destê wî de teqiya û bedena wî tev şewitî. Dema Murat Yildirim bi giranî birîndar bu, malbatê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Di bedena Yildirim de di asta yekemîn de şewat çêbû. Yildirim 23 rojin tê dermankirin û hêj rehet nebûye. Li şûna baş bibe bêtir birînên wî giran dibin. 'Ez di nava pêtên agir de mam' Bavê 4 zarokan Mahmut Yildirim ku demekê mamoste bû û niha esnafe diyar kir ku wî cîsm li erdê dît û wiha got: "Cîsmê ku min li erdê dît bala min kişand. Dema min girt destê xwe, di destê min de teqiya. Ez di nava pêtên agir de mam. Birayê min ê 10 metre dûrî min bi hawara min hat. Bedena min a di nava agir de mabû ji agir xelas kir." 'Birînên min zêde dibin' Yildirim, da zanîn ku nêzî meheke tê dermankirin û wiha berdewam kir: "Li şûna birînên min rehet bibin birîn xwe nû dikin û zêde dibin. Ji ber ku her dem birîn xwe nû dikin dibe ku ez emeliyat bibim. Ez ji ber şewata laşê xwe û birînan nikarin tev bigerin. Ger ku birayê min ne li cem min bûya min dê jiyana xwe ji dest dabûya. Ez êdi nikarin tev bigerim. Ez rehet bibim jî ez dê nikaribim tev bigerim. Yildirim herî dawî da zanîn ku piştî teqînê Qereqola Cendirmeyan a Lîce li malbatê geriya û perçeyên teqemeniyê ku bi lezgîn xwest û perçeyên teqemeniyê ji holê winda kirine. Yildirim bilêv kir ku welatî bûne şahid ku perçe ji helîkopterê havêtine û ev perçeyên ku hatine avêtin bûye sedema şewata daristanan. (mae)