Polîsan beriya doza Cerattepe bajar dorpêç kir 2016-09-19 09:55:32 RÎZE (DÎHA) – Doza Cerattepe ya madenê ku gelê Artvînê 26 salin ji bo wê têkoşînê didin li Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê dest pê kir. Berî doza betalkirina CED'ê ya Cerattepe bajar ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelê Artvinê ji bo xebatên madenê yên li Cerahtepe ya Zozanê Kafkasorê tên avakirin 26 salin têdikoşin. Gel ji bo biryara Wezareta Bajarvanî û Derdorê ya erênî ya CED'ê bê rawestandin serî li dadgeha Îdarî dabûn. Doza li Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê dest pê kir. Berî doz bê destpêkirin polîsan bajar dorpêç kir. Welatiyên dixwazin derbasî Rîzeyê bibin di kontrola GBT'ê re derbas dibin. Polîs ji welatiyan re pirsa "Hûn diçin ku, hûn diçin dozê?" dipirsin. Li aliyê din polîsan li pêş Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê barîyer danîn û bajar xist bin dorpêçê. Li gel hemû astengiyan ji çar aliyên Tirkiye bi hezaran parazvanên derdorê, endezyar, ciwan û ekolojîst beşdarî rûniştinê dibin. Li Artvinê jî ketin û derketin hat qedexe kirin Heyeta dadgehê ya Rîzeyê jî derî li çavdêran girt. (mae)