Dibistanên xwe yên kurdî dixwazin 2016-09-19 09:03:29 ŞIRNEX (DÎHA) - Zarokên cizîrî naxwazin biçin dibistanên dewletê yên ku bûne qereqol û dibistanên xwe yên kurdî ku beriya qedexeyê hatin girtin dixwazin. Malbat jî perwerdehiya kurdî dixwazin. Li Tirkiyeyê îro serdema nû ya perwerdehiyê dest pê dike. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên ku di 14'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir û 79 rojan berdewam kir malbat naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanên dewletê. Ji ber ku dibistan wekî qereqol jî tên bikaranîn ev yek malbatan dixe nava fikaran. Dayika bi navê Amîne Beyter diyar kir ku ew ê zarokên xwe neşîne dibistanekî ku nîvî qereqol nivî jî dibistan e, dê zarokê xwe dişîne Dibistana Sereteyî ya Bêrîvanê ku beriya du salan hat vekirin û perwerdehiya kurdî dide lê bi tayînkirina qeyûmê ve dibistan dê vebe yan na têkîldarî vê yekî tu agahî nehatiye dayîn. 'Dilê me dibistanên kurdî dixwaze' Beyter bilêv kir ku herdu zarokên wê jî ji ber çûyîna dibistana kurdî kêfxweş in û wiha berdewam kir: "Zarokên me diçûn dibistanên kurdî lê ji ber qedexeyê nîvco ma. Zarokên min gelek ji dibistanê kurdî hez kiribûn. Keça min gelek serkeftî bû. Kurê min ê mezin û keça min jî diçûn kursên kurdî û kêfxweş bûn. Mamosteyên wan ji bo pêşketina zarokan gelek hewl didan. Dema ku em li dibistanên tirkî tevlî civîna malbatên zarokan dibûn ji ber ku tirkî fêm nakin me gelek zehmetî dikişand. Wekî ker û lalan em di civînan de disekinîn. Dilê me dibistanên kurdî dixwaze." Beyter bal kişand jipeywir girtina mamosteyên endamên Egîtîm Sen'ê û wiha berdewam kir: "Hemû mamoste ji kar tên avêtin. Em ê zarokên xwe emanetî kê bikin. Tê gotin dê hevserên polîsan bigirin kar. Ev bêhtir me dixe fikaran. Dewlet kurdan her tim tune dihesibîne." 'Ez naxwazim biçim dibistanê tirkî' Merve Beyter a 10 salî ku 2 salan li Dibistana Sereteyî ya Bêrîvanê xwend diyar kir ku ji ber qedexeyê dibistanê wan ên bi kurdî perwerde dide hatine girtin û ji ber vê yekê mecbûr maye biçe dibistanên dewletê. Beyter anî ziman ku dema diçin dibistanên tirkî axaftina bi tirkî li ser wan tê ferzkirin, dema ku ala li dibistanê dibîne jî ditirse. Şîrîn Beyter a 8 salî jî got ku bêriya demên ku diçû dibistanên kurdî kiriye û wiha axivî: "Ez derbasî pola duyemîn bûm lê dibistana min nîvco ma. Ez hînî nivîsandinê bûm. Ez dixwazim biçim dibistanê kurdî. Naxwazim biçim dibistanên tirkî." (sa)