Ambulansê cenazeyê ciwan ranekir 2016-09-19 08:11:12 AMED (DÎHA)- Li navçeya Bismilê, ji ber sedemeke nediyar ciwanekî "întîhar" kir. Ambulansa çû ser cenaze, cenaze ranekir û vegeriya. Li Taxa Sanayiyê ya Bismila Amedê ciwanê 18 salî Yahya Kortak, şevê din saet di 20.30'an de, ji ber sedemeke nediyar tengezar bû. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, Kortak li malê bi tivingê întihar kir û jiyana xwe ji dest da. Ambulansa ku hat cihê bûyerê, bi îdiaya dibe ku "terorîst" be, cenazeyê Kortak hilnegirt. Li ser vê welatiyên li cihê bûyerê, gazî wesayîta cenazeyan a Şaredariya Bismilê kirin û cenazeyê Kortak birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û ji vir bo karên otopsiyê cenaze sewqî Amedê hat kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (red/bg/mae)