Li Şemzînanê leşkerekî birîndar mir 2016-09-18 15:52:19 COLEMÊRG (DÎHA) – Li 4 gundên Şemzînanê ku derketina kolanan qedexe ye, leşkerekî duh di pevçûnan de birîndar bûbû mir. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, li gundên Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Leşkerekî şerê duh di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de derketibû birîndar bûbû mir. Li herêmê amûrên ragihandinê qut bûne û tevgera helîkopteran pêk tê. Di şerê duh de herî kêm 4 leşker birîndar bûbûn. (kom/sa)