Gelê Serhedê li dijî qeyûmê derdikeve qadan 2016-09-18 14:01:22 WAN (DÎHA) - Piştî li herêma Serhedê jî li dijî şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin tayînkirin, dê gel sibê derê qadan û qeyûmê şernezar bike. Dê li dijî qeyûmên li dijî şaredariyên Riya Armûşê, Qelqelî, Artemêt û Erdîşê yên Wanê hatin tayînkirin dê çalakiyên şermezarkirinê bên li darxistin. Dê sibê li Kuçeya Hunerê ya Wanê bi beşdariya hevşaredar, endamên meclisê, rêveberên DBP û HDP'ê dê bi girseyî daxuyanî bên dayîn. Dîsa li navçeyên Giyadîn a Agiriyê, Tozana Îdirê û Xinûsa Erziromê jî dê gel dakeve qadan û qeyûman şermezar bike. Dê qeyûmên ji hêla AKP'ê ve hatine tayînkirin bên şermezar kirin û kar bê berdan. Şaredariyeke ku hatibû destaserkirin jî navçeya Kopê ya Mûşê bû, nobeta ji bo şermezarkirina qeyûmê didome, dê gelê Kopê qeyûman şermezar bike. Saetên çalakiyên sibê wiha ne: Giyadîn: Saet di 11.00'an de daxuyaniya çapemeniyê. Xinûs: Saet di 11.00'an de li navenda nacvçeyê daxuyanî. Kop: Saet di 11.00'an de li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê daxuyanî. Wan: Saet di 13.00'an de li Koçeya Hunerê daxuyaniya girseyî. Tozan: Kar berdan û daxuyaniya çapemeniyê. (ms)