Li Çewlîgê teqîn: 2 cerdevan birîndar bûn 2016-09-18 11:35:57 ÇEWLÎG (DÎHA) - Li navçeya Dara Hênê di encama teqînê de 2 cerdevan birîndar bûn. Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê 2 cerdevanên ku li herêma Îstasyona Suverenê dema dewriye digeriyan teqîn çêbû û birîndar bûn. Cerdevanên bi navê S.T. û E.B. li Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê tên dermankirin. (bg/sa)