Dayikek 9 meh in li cenazeyê keça xwe digere 2016-09-18 09:10:15 ŞIRNEX (DÎHA) - Husna Arslan a ku li Cizîrê hem birayê wê hem jî 2 zarokên xwe winda kir 9 meh in li cenazeyê keça xwe Hacer Arslanê digere û dixwaze. Cenazeyê Hacer Arslan a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate qetilkirin ligel ku 9 meh derbas bû jî hê nedane malbatê. Malbatê piştî ku ji bo testa DNA'yê mînakên xwînê da di 10'ê sibatê de agahiya ku cenaze hatiye diyarkirin hat dayîn çûn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê, li vir hîn bûn ku cenaze aydî kurê wan Mehmet Saît Arslan e. Dayik Husna Arslan a ku gelek caran ji bo testa DNA'yê mînak da wiha got: "Mirî yan jî zindî ez dixwazin keça min di demeke kin de bê dîtin." 'Li benda keça xwe bûm lê cenazeyê kurê min derket' Husna Arslan a ku li navçeya Cizîrê hem birayê xwe hem jî 2 zarokên xwe winda kir nêzî salake li cenazeyê keça xwe digere û dixwaze cenaze bê dayîn. Aslan destnîşan kir ku piştî ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye hîn bûye ku keça wê di jêrzemînê de ye, di nava navên li jêrzemîna yekemîn de navê keça wê jî hebûye. Arslan bilêv kir ku piştî ku navên kesên di jêrzemînê de hate aşkerakirin ji ber ku navê keça wê jî derbas dibû hevserê wê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û mînaka xwînê daye û wiha berdewam kir: "Li Cizîrê qedexe hatibû rakirin em vegeriya bûn. Em li bendê man ku mînakên xwînê bên aşkerakirin û em ê jî cenazeyê keça xwe bibînin. Em li benda cenazeyê keça xwe bûn lê cenazeyê kurê min derket." '9 meh in ez li keça xwe digerim' Arslan derbirî ku piştî ku cenazeyê kurê xwe edfin kirine vê carê xwestiye ji bo keça xwe mînaka xwînê bide û wiha berdewam kir: "HAte gotin ku berê ji ber ku me xwîn daye heta 6 meh derbas bibe nikarin bidin. Piytî ku 6 meh derbas bû em careke din çûn. Piştî ku me xwîn a ligel ku 46 roj darbas bûye jî hê cenazeyê keça min tuneye. Ez 9 meh in li cenazeyê keça xwe digerim. Sax e yan jî mirî ye nizanim." 'Heta sibehan keça xwe difikirim' Arslan destnîşan kir ku bilêv kir ku keça wê mirî be jî dixwaze axa wê hembêz bike û xwest di demeke kin de bê dîtin û hiwa got: "Her şev dema ku ez serê xwe datînin li ser belîvê keça xwe difikirim. Cenazeyê keça min gelê tevlî axê bû. Wekî çop avêtin, hate şewitandin ez dixwazim hîn bibim." 'Dizanibûn sivîl in' Arslan got ku ligel tiştên ku jiyane jî ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Çi di.e bila be me li hemberî zaliman serê xwe netewand û em ê netewînin. Erdogan dibêje min teror xilas kiriye. Nabêje mirovên sivîl kuştine. Hemû sivîl bûn. Walî qaymeqam, dozger hemûyan dinazebûn kesên li vir hatine qetilkirin hemû sivîl in." (sa)