Altinors ji hundur peyama berxwedanê şand 2016-09-18 09:05:18 ENQERE (DÎHA) - Alîkarê hevserokên giştî yên HDP'ê Alp Altinors û Alîkara Hevserokên HDP'a Enqereyê û hevjîna wî Prz. Bîrsen Kaya, da zanîn Altinors bi gotina "Heke hîleyên wan hebin ya me jî hêviyên me hene" peyama berxwedanê şandiye. Alîkarê hevserokên giştî yên HDP'ê Alp Altinors ji bo beşdarî cenazeyê Zakîr Karabulut ê di komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû bibe, çibû Tokatê, piştî demekî di serdagirtina mala wî ya li Enqereyê de hatibû girtin. Alîkara hevserokên HDP'a Enqereyê û di heman demê de hevjîna Altinors Bîrsen Kaya, der barê pêvajoya lêpirsînê de axivî. 'Fermana destdanîna ser dijîtalên malbatê hebû' Kaya destnîşan kir ku di 9'ê Îlonê de lêgerîna li mala wan bi saetan dom kiriye û ev tişt got: "Di girteya dozger de dihat gotin 'bila dijîtalên zarok û hevjîna wî jî bên destaserkirin.' AKP'ya îdia dikir li dijî derbeyê ye, bi xwe derbe pêk tanî." Kaya got "Dixwazin malbat û derûdorên wî jî ceza bikin" û wiha pêde çû: "Şexsê sûc hebû. Lê em dibînin ku di vir de dixwazin malbat û derûdora Alp jî ceza bikin." 'Îşkenceyên 12'ê Îlonê di dewrê de ne' Kaya piştrasr kir ku dozeke li Tokatê hatiye vekirin, hevjînê wê ji ber wê destpêkê birine Şaxa TEM'ê ya Enqereyê, îşkence destbêkê li Enqereyê piştra li Tokatê dewam kiriye. Kaya îşkenceyên di vê serdemê de pêk tên, wekî yên serdema 12'ê Îlonê pênase kir. Kaya gotinên Altinors ên wekî 'Em şoreşger in, em ya we nakin' jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Ji ber van bersivan hatibû îşkencekiirn. Dema dibin Tokatê heta derveyî Enqereyê ji piştê ve tê kelepçe kirin." Kaya got 5 rojan hevjînê wê bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye, dema hevdîtin pêk hatiye jî 15 deqe dewam kiriye. Kaya li ser biryara veşarî ya li ser dosyayê jî rawestiya û piştrast kir ku ev biryara veşartî ji hêla medyaya hewzê ve hatiye aşkerakirin. Kaya diyar kir ku dema wê xwestiye der barê buyerê de agahiyan bigire, ew jî hatiye binçavkirin. Kaya herî dawî destnîşan kir ku bi van êrîşan pira di navbera gelan de hedef hatiye girtin û gotinên Altinors ên wekî 'Hîleyên wan hebin, ya me jî hêviya me heye" û êrîş şermezar kir. (ms)