ROJAVA 18'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-09-18 09:00:21 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî tecrîda giran a 17 meh bi birayê xwe re hevdîtin kir û peyama "Me pêvajo qera nekir" da û dîsa bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û nîşan da ku kê pêvajo xera kir. Heyeta şopandinê jî pêvajoya ku ji aliyê Erdogan ve hat xerakirin ronî dike. Geşedanên berî 5'ê Nîsanê û piştî 5'ê Nîsanê bêtir peyama Ocalan piştrast dike. * Piştî rojnameya Evrenselê ji hêla weşanên nêzî AKP'ê ve hedef hat girtin, xebatkarê rojnameyê Vural Nasuhbeyoglu got "Em desteka xwe wekî van rojnameyên ku îro êrîşî me dikn ji hikûmet û kesên demborî nagirin, em hêza xwe ji kekdaran digirin." * Şêniyên gundên Colemêrgê gîhayên xweyên ku dirûtin, ji ber pevçûnan dê îsal zûtirîn bînin. Gîhayên di nava rojê de peyayî gund hatin kirin, êvarê didin patozê. * Mamosteyên bi riya KHK'yan ji peywîrê hatin girtin, tê xwestin li cihên wan mamosteyên nêzî hişmendiya AKP'ê bînin ser kar. Mamosteyan diyar kir ku bi vê riyê dê polîtîkaya pişaftinê hêj zêdetir bê kûr kirin. * Hat îdiakirin çekên ji Mêrsînê tên sewqkirin bi vekirî ji çeteyên li Sûriyeyê re tên şandin. Makînîstekî di sewqiyatên dawî de cih girt, aşkera kir ku ev çek di bin ewlehiya MÎT'ê de bi destên El Nusrayê teslîmî çeteyên DAIŞ'ê tên kirin. * Piştî biryarên OHAL’ê li navçeyên navendî yên Amedê bi dehan stûnên MOBESE'yê hatin bi cihkirin û hejmara wan hat zêdekirin. Bi vê pêkanînê bi giştî bajar ji aliyê polîsan ve bi kamerayan tê şopandin. * Alîkarê hevserokên giştî yên HDP'ê Alp Altinors û Alîkara Hevserokên HDP'a Enqereyê û hevjîna wî Prz. Bîrsen Kaya, da zanîn Altinors bi gotina "Heke hîleyên wan hebin ya me jî hêviyên me hene" peyama berxwedanê şandiye. * Piştî bi hezaran mamosteyên endamên Egîtîn Senê ji peywîrê hatin dûrxistin, bertekên di vê der barê de didomin. Gelek malbatan dan zanîn heke wiha biçe ew dê zarokên xwe neşînin dibistanan. * Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsyariya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Emîne Ozmen, der barê qeyûmên li dijî DBP'ê hatine tayînkirin de axivî û aşkera kir ku dê gel şaredariyên xwe yên alternatîf ava bike. * Şavakî piştî li çiyayên Dersimê 4 mehan sewalên xwe çêrandin, çiyayên Dersimê yên wekî "Hezkirina" xwe pênase dikin, li pişt xwe hiştin û vegeriyan. * Li Amedê ji malbata Yurtsever 7 mamoste ji ber KHK a ku hikûmeta AKP'ê derxist ji kar hatin durxistin. Bav, 4 kur û 2 bûkên wî bi hevre li dijî neheqiyan bi mamosteyên din re di nobetê de ne. * Husna Aslan a ku li Cizîrê hem birayê wê hem jî 2 zarokên xwe winda kir 9 meh in li cenazeyê keça xwe Hacer Aslanê digere û dixwaze. * Şaredarê Seferîhîsarê Tunç Soyer ê bi şaredariya Sûrê re "Destşaredar in bi gotina "Qeyûm li dijî îardeya gel darbe ye. Darbeya qeyûmê nikare biratiya me ya bi gelê Sûrê re xira bike" li hemberî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da. * Waliyê Şirnexê di tevlîbûna civînekê de diyar kir ku ew ji ber hilweşandinê avahiyên gel qedexeya 188 rojan didome ranakin. * Hunermendê Sînemayê Tarik Akan piştî li Mizgefta Teşvîkiyeyê ya Stenbolê nimêja cenazeyê wî bê kirin dê li Goristana Zahratababa ya Bakirkoyê bê definkirin (14.00) BI DÎMEN E POLÎTÎKA * Dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Naveda Giştî ya HDP'ê der barê binçavkirina Alp Altinors de daxuyanî bê dayîn. (13.00) BI DÎMEN E + 3G JÎNGEHA KEDÊ * Piştî gelek mamosteyên endamên Egîtîm Senê ji peywîrê hatin girtin, dê der barê pirsgirêkên derketin pêş de ji hêla Egîtîm Senên Îzmir û Mêrsînê ve daxuyanî bên dayîn. (11.00/13.00) BI DÎMEN E * Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û Rêveberê Navenda Giştî yê Egîtîm Sen'ê Mesut Fırat, dê li 1'emînŞaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30) EKOLOJÎ * Şaredariya Westanê ya AKP'î bi hinceta ku "zêde lêçûn naçe" peravê gola Wanê wekî ku kireya sergo.