Li hemberî qeyûmê tas û kevçî 2016-09-17 21:16:58 AMED (DÎHA) - Zarokên Rezanê bi kevçî û tasan qeyûma li dijî şardariyên DBP'ê hat tayînkirin şermezar kir. Gelê navçeyên Rezan û Peyasê yên Amedê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina qeyûmê de çalakiyên xwe berdewam dikin. Zarok bi malbatên xwe re derketin şaneşînê, bi kevçî û tasan deng derxistin û qeyûmên li dijî 24 şaredariyên DBP'ê şermezar kirin. Her wiha ciwanan jî bi torpîl û ajokaran jî bi korneyên wesayîtan qeyûm şermezar kir (bî-mg/ms)