Gelek leşkerên tirk birîndar bûn 2016-09-17 19:47:18 COLEMÊRG (DÎHA) - Hêj qedexeya li ser 4 gundên Şenzînanê berdewan dike. Li gorî agahiyan di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û leşkerên tirk de şer derketiye û gelek leşker birindar in. Qedexeya li 4 gundên wekî Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê hatibû îlankirin berdewam dike. Li çoltara gundên herêmê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û leşkerên tirk de şer derket û 4 leşker birîndar bûn û hat gotin leşkerên jiyana xwe ji dest dayî jî hene. Leşkerên bi helîkopteran anîn QereqolaDurakê ya li ser riya Geverê, bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gevberê. Hêj gelek ambûlans li ber Qereqola Durakê hatine rawestandin, riya herêmê jî ji trafîkê re hat girtin. Hat gotin şerên li herêmê hêj berdewam dike. (ms)