Polîs û leşkeran şaredariya Êlihê dagir kirin 2016-09-17 17:03:02 ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê piştî tayinkirina Şaredariya Êlihê li hundir polîsan dagirkir û li derve jî leşkeran şaredarî dorpêç kir. Îktîdara AKP'ê di 11'ê Îlonê de bi hikmê KHK'ê qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'ê kir. Piştî tayînkirina qeyûmê gel çalakî pêk anîn û bertekên xwe anîn ziman. Lê ji bo gel li şaredariyan xwedî dernekeve, der û dorên şaredariyan bi maşînê zirxî dorpêç kirine. Li Êlihê jî piştî tayînkirina qeyûmê li hunderê avahiya şaredariyê polîs bi cih bûn, li dervê avahiya şaredariyê jî leşkeran dorpêç kir. Piştî tayînkirina qeyûmê li avahiya Şaredariya Êlihê li hundir polîs û li derve leşkeran dagir û dorpêç kiriye. Polîs û leşkerên ku avahiya şaredariyê dagir kirin ala tirk bi avahiyê dakirin û welatiyan nêzî şaredariyê nakin. (mae)