KJA qeyûmê nas nakin 2016-09-17 16:50:34 WAN (DÎHA) – Kongreya Jinên Azad (KJA ), bi boneya tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP'ê şermezar bike daxuyanî da û diyar kir ku ew biryara qeyûmê nas nakin. Kongeraya Jinên Azad (KJA), bi armanca tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP'ê şermezar bike li Navenda Rojin daxuyanî dan. Endamên KJA'yê yên Wanê bi boneya piştgiriyê bidnin Şaredariyên Artemêt, Rêya Armûşê, Erdîş û Qelqeliyê yên Wanê û tayînkirina Qeyûma şaredariyan li avahiya Navenda Rojîn kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Seravê Zîlan Aldatmaz daxuyanî da û got: "Li dijî vîna gel û mafê gel ê hilbijartinê qeyûm hat tayînkirin. Ev darbeya li dijî vîna gel e. Jinan bi ked û têkoşînê ev maf bi dest xistiye. Bi pergela hevserokatiyê û temsiliyeta wek hev a nava siyesata heremî êdî li ked, vîn û mafê xwe yê siyasî xwedî derketin. Ev êrîş li dijî vîna jinê û têkoşîna jinê ya hezar salan e. Em dê di pêşengiya jinê de dîsa vîn axwe bi dest bixin û em tu carî qeyê qebûl nakin. Em dê li dijî van polîtîkayên qirêj dê têkoşîna xwe bilind bikin. Her çend niha li dijî 4 şaredarên me yên Wanê qeyûm hatibe tayinkirin jî di rastiya xwe de salek berê hevşaredarên me bûn qurbana pergala dewletê û ji kar hatin dûrxistin. Em dê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin" Endama Meclîsa DBP'ê Gulvan Şîmşek jî diyar kir ku di vê pêvajoyê de tayînkirina qeyûman derbeyê herî mezin li dijî vîna gelê kurd e û got: "DBP'ê li Kurdistanê di hilbajartinê de 106 şaredarî bi dest xist. Lê îro AKP dixwaze bi zordariya qeyûmê şaredariyan ji destê me bigire. Lê bila zanibin ku cihê dê demokrasî qeyûmê têk bibe." (era/mae)