YPS: Zeyrek ji hêla hêzên dewletê ve hat kuştin 2016-09-17 16:23:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyekî piştrast kir ku di şeva 14’ê Îlonê bi 15’ê Îlonê ve girêdida li bajaroka Gite ya navçeya Silopiyayê cerdevanê bi navê Munîr Zeyrek ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye kukştin. Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyekî agahiyên der barê çalakiya li dijî yekîneya tîmên taybet û cerdevanê hatiye kuştin de aşkera kir. YPG'ê got: “Li Qoserê 16’ê Îlonê de yekîneyên me li dijî avahiyekî aydê POH’ê bi çekên B-7 û çekên ferdî çalakiyek lidarxist. Di dema ku 6 POH kom dibûn de bi çeka B-7 çalakî pêk hatiye. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîdaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin." Hêzên dewletê Zeyrek kuşt YPS'ê di dewama daxuyaniyaxwe de li taxa Cumhuryetê di şeva ku 14 û 15’ê Îlonê ve dida girêdan, saet di 00:30’an de sercerdevanê bi navê Munîr Zeyrek li bajarokê Gite, dema li mala xwe bû ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye kuştin. û ev tişt hat gotin: "Çeteyên Qesrê dema dixwestin Zeyrek bi zorê beşdarî operasyonan bikin, Zeyrek naxwaze beşdarî operasyonê bibe, li ser vê ji hela hêzên dewletê ve tê kuştin. Çeteyên Qesrê hewl dan ku vê buyerê bixînin stûyê yekîneyên me. Divê gelê me guh nedin van nûçeyên derew.” (ms)