Parlamenterên HDP’ê Îrmez û Encu çûn serdana malbatên girtiyan 2016-09-17 16:07:11 ŞIRNEX (DÎHA) - Parlamenterên HDP’ê yên Şirnex Aycan Îrmez û Ferhat Encu li Hezexê çûn serdana malbatên girtiyan. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnex Aycan Îrmez û Ferhat Encu li navçeya Hezexê ya Şirnex malbatên girtiyên siyasî ziyaret kirin. Di ziyaretê de malbatan keyfxweşiya xwe anîn ziman û peyama dê her tim li gel partiya xwe cih bigirin dan. Piştî ziyareta malbatan parlamenterên HDP’ê û heyeta li gel vegeriyan navçeya Cizîrê ya Şirnexê. (kom/no/ms)