Xwestin girtiyên nexweş Solmaz û Aslan serbest bên berdan 2016-09-17 15:58:33 STENBOL/ÎZMIR (DÎHA) - Parastvanên mavên mirovan li Stenbol û Îzmirê hatin gel hev û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyê de hat xwestin girtiyên nexweş Mecît Solmaz û Hasan Aslan serbest bên berdan. Çalakiya "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" a ji hêla Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 234'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Mafê tedawiyê nayê astengkirin hat berzkirin û hat xwestin Solmaz û Aslan serbest bên berdan. Nur Surer: Bila Solmaz serbest bê berdan Suer aşkera kir ku dewlet girtiyên nexweş wekî mirovan nabîne û xwest girtiyê 62 salî Mecîd Solmaz serbest bê berdan. Suer da zanîn Solmaz li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê tê girtin û nexweşê astima kronîk e, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare di girtîgehê de bîmîne û xwest ji bo tedawiyê serbest bê berdan. 'Me ew nas nekir' Suer di dewama axaftina xwe de got girtîgehê bandoreke neyînî li ser tenduristiya Mecît Solmaz kiriye û ev tişt got: "Ji ber tedawiya wî nayê kirin her roj rewşa wî xirabtir dibe." Hevjîna Solmaz jî got "Hevjînê min rewşa wî gelekî nebaşe. Nexweşiyeke astima kronîk pêre heye. Li Agiriyê hat girtin, piştre sirgûnî Gîrasunê hat kirin. Her roja ku diçe rewşa wî giran dibe. Herî dawî em berî 3 heftan çûn gel wî. Me nas nekir. Gelekî zeyîf bibû, dema me ew wisa dît em qehir bûn. 12 rojan bi tena serê xwe di hurceyekî de maye. Di beşa lezgîn de tê ragirtin. Ev 3 hefte ye em agahiyê jê nagirin. Hevdîtina bi telefonê jî qedexe ye. Em li girtîgehê digerin tu bersivê nadin. Di çi rewşê de ye em nizanin." Îzmîriyan xwest nexweşê girtî Hasan Aslan azad bibe Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, li Parka Sumerê ya Konakê daxuyaniyê da çapemeniyê. Dîsa "Nobeta Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" girtin û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di nobetê de pankartên "Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc" "Girtiyên nexweş bi tipa edlî tên darvekirin, daraz bû înfaz" hatin vekirin. Rêveberên HDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku piştî OHAL'ê girtiyên nexweş di nava îşkenceyê de ne û wiha got: "Girtiyê nexweşê giran Hasan Aslan 84 salî ye. Nexweşê giran e. Nexweşiyên wekî koah, astim, ker, kor pêre heye. Dîsa hestiyên wî dihilin. Ligel raporên wî hene hêj girti ye. Em wekî parazvanên mafên mirovan û saziyên civakî dixwazin ev zext bi dawî bibe. Em dê heta dawî mafên wan biparêzin." (ms/mae)