Li Helebê 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2016-09-17 14:02:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Ligel agirbesta li Suriyeyê hat îlankirin şer û pevçûnên li Helebê dewam dikin. Di şerê Helebê yê di nabera hêzên rejîmê û komên çete yên koalisyonê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên rejîmê dîsa leşkerên xwe li ser riya Kastelo bi cih kirin û hîn alîkariya mirovî negihiştiye herêmên rojhilatê Helebê. Hêzên Rejîma Sûriyê şevê heta saetên serê sibehê, bajarokên Kefer Hemra, Hirêtan û Enedan ên li gundewarê bakurê Helebê, bajaroka Darit Îzze, Urma mezin, El-Etarib ya li gundewarê başûr-rojavayê Helebê û bajarok Dêr Hafir a li gundewarê rojhilatê ê Heleb, bombebaran kirin. Di bombebaranê de li bajaroka Dêr Hafir 4 kesên ku 2 ji wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan û hin sivîlên din jî birîndar bûn. Hate diyar kirin ku ziyanên madî yên mezin jî gihiştin milkên welatiyan. Di heman çarçoveyê de komên çete yên koalisyona Sûriyê jî herêmên Fakulteyên Leşkerî yên li başûrê Helebê ku di bin destê rejîmê de ne, topbaran kirin. Derbarê encama topbaranê de agahiyên zelal nehatin zanîn. Ji aliyê din ve jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên rejîmê careke din leşkerên xwe li ser riya Kastelo bi cîh kirine. Ev daxuyaniya Rûsya jî piştî qebûlnekirina, çeteyên koalisyonê û di serî de ‘El-Nûsra ku xwe weke Fetih El-Şam bi nav dike’, avakirina herêmeke bê çek û di bin çavdêriya Rûsyayê de ku tê re alîkarî derbasî herêmên rojhilatê Helebê bibin, hat dayîn. (ot)