Got 'Bombe heye' sivîl ji herêmê dûrxist 2016-09-17 11:31:07 WAN (DÎHA) - 12'ê Îlonê li Wanê li dijî avahiya AKP'ê û noqteya polîsan êrîşa bombeyî pêk hatibû, dîmenên mobesê ya dema teqînê hatin weşandin. Di dîmenan de jî tê dîtin ku berî bombe biteqe welatî ji herêmê tên dûrxistin. Li herêma Beşyolê ya Riya Armûşê ya Wanê di 12'ê Îlonê de li dijî avahiya AKP'ê û noqteya polîsan êrîşa bombeyî pek hatibû û Hêzên Parastina Gel (HPG) êrîşa bombeyî girtibû ser xwe. Dîmenên dema teqînê hatin weşandin. Walîtiya Wanê der barê teqînê de daxuyanî dabû û diyarkiribû ku 2 jê polîs 48 welatî birîndar bûne, Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê piştre der barê buyerê de daxuyanî da bû û aşkera kir ku bombeyeke qazanê ya ku hêzên dewletê li çiyayên Kurdistanê avîtiye û neteqiya ye, wan li maşînekî bar kiriye û li ber avahiya AKP û noqteya polîsan teqandiye. Di dewama daxuyaniyê de hatibû gotin, di teqinê de 18 tîmên taybet hatine kuştin. Berî teqînê welatiyan dur dixe Di dîmenên mobeseyê yên 18 kêliyan de xalên gelek balkêş tên dîtin. Di dîmenên mijara gotinê de yek jî xalên balkêş ew e berî ku teqîn pêk bê sivîlên herêmê bi revî ji wir dûr dikevin. Li gorî hin şahidên buyerê, kesê maşîna bombebarkirî li ber avahiya AKP'ê bi cih kiriye, bi gotina "li vir bombe heye" dixwaze welatiyên sivîl ji herêmê dûr bikevin. Reva welatiyan a li herêmê jî di dîmenan de bi zelalî tê dîtin. Berî bombe biteqe welatî ji cihê teqînê dûr dikevin. (ms)