'Emê li dijî polîtîkayên AKP'ê têbikoşin' 2016-09-17 11:24:33 DÎLOK (DÎHA) - Berdevkê KESK'ê yê Dîlokê Alî Ersonmez, bertek nîşanî ji peyvirgirtina hezaran endamên KESK'ê da û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze di saziyên dewletê de yek tîp mirov ava bike. Em dê li dijî vê yekê têbikoşin." AKP'ê bi biryarên KHK'ê yên OHAL'ê re 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sen'ê ji peyvirê girtin. Li Dîlokê jî 478 endamên Egîtîm Sen'ê ji peyvirê hatin girtin. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxan a KESK'ê yê Dîlokê Ali Ersonmez, bertek nîşanî polîtîkayên îktîdarê da û diyar kir ku Îktidara AKP'ê dixwaze di hemû saziyên dewletê de yek tîp mirov ava bike. Ersonmez, da zanîn ku AKP darbeya 15'ê Îlonê dixwaze bike firsend û hemû kesan bêdeng bike û wiha got: "Bi taybetî hevalên me yên di 29'ê Kanûnêde ketin grevê ji peyvirê hatin girtin. Disa mamosteyên me yên di 10'ê Cotmehê de li Enqere tev li mîtîngê bûn û teqîna 10'ê Cotmehê şermezar kirin ji piyverê hatin dûrxistin. Li diji hemû beşên civakê êrîş heye. Hemû kesên li dijî polîtîkayên AKP'ê derdikevin rastî êrîşan tên. AKP dixwaze kaosa li welat zêde bike. Berê jî dixwazin li dijî me operasyonê pêk bînin, lê piştî cemaetê firsend ji wan re çûbû û ev yek kirin hincet. Me di platformên neteweyî û navneteweyî de dengê xwe li hemû cîhanê belav kiriye. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. (mae)