Gelê Amedê tayînkirina qeyûmê şermezar kir 2016-09-16 22:39:00 AMED (DIHA) - Gelê Amedê tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP’ê bi çalakiya deng şermezar kir û bertekên xwe anîn ziman. Gelê Amedê, bi boneya tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP'ê şermezar bike di roja 4'an de li navçeya Rezan û Peyasê çalakiyên deng pêk anîn. Gelê navçeyên Rezan û Peyas a Amedê di roja 4'an de saet di 20.00’an de derketin kolan, şibake û balkonên malên xwe û deng derxistin. Li Peyasa Amedê bi sedan welatî derketin balkon û şibakeyên malên xwe û bi lêdana kevçî û sêniyan bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên din jî bi çepik û fîkandinê piştgirî da. Li navçeya Rezan a Amedê jî bi heman armancê bi sedan welatî tevlî çalakiya deng derxistinê bûn. Li taxa 5 Nîsan ya Rezanê gelek kes derketin derveyî malên xwe û bertekên xwe nîşan dan. Di nava kesên ku derketin kolanan de ciwan û dayikan pêşengî dikir. Ciwan û jinên ku derketin ber deriyên malên xwe bi deng derxistinê şandina kayyiman şermezar kirin. Li taxê hin kes li ser avahiyên 7 kat û hin kes jî li jêr bi lêdana kevçî û sêniyan tevlî çalakiya deng derxistinê bûn. Di nava van kesên ku tevlî çalakiya deng derxistinê bun de dayikekê dar di destê wê de heyî bala taxê kişand ser xwe. Dayika ku darek dirêj hildabû û pê li dirabeyên dikanan dida hêrsa xwe ya li dijî qeyûmê anî ziman. Heman dayikê di dema lêdana dirabeyan de jî kişandina tilîlîyan jî ji bîr nekir. Çalakiya ku bi deqeyan berdewam kir, bê pirsgirêk bi dawî bû. (kom/mae)