Xebatkarê Şaredariya Sîlopya hat binçavkirin 2016-09-16 19:50:02 ŞIRNEX (DÎHA) - Li silopiya xebatkara Şaredariyê Siyajîn Burumtekin û welatiyê bi navê Ridvan Orûç hatin binçavkirin. Li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Silopiya Şirnexê serê sibê leşkeran bi ser malan de girt û xebatkara şaredariyê Siyajîn Burumtekin û welatiyê bi navê Ridvan Orûç binçav kirin. Hinçeta binçavkirina Burumtekin û Orûç nehat zanîn û hate hînbûn ku ew birine Fermandariya Cemdermeyan a Silopiya. (kom/no)