Rewşa Sîbel Çapraz berbi xirabûnê ve diçe 2016-09-16 16:55:42 ÎZMIR (DÎHA) - Serokwekîla Meclisa Giştî ya Bajêr a Geverê Sîbel Çapraz hêj tedawiya wê berdewam dikir hatibû girtin, birayê wê Kendî Çapraz piştî hevdîtin bi xwika xwe re pêk anî, diyar kir ku rewşa xwişka wî hêj xirabtir bûye. Di 27'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê Serokwekîla Meclisa Giştî ya Bajêr a Geverê Sîbel Çapraz, di gulebarana ji maşîna zirxî de hatibû kirin de bi giranî birîndar bibû. Çapraz piştî 15 amelyat derbas kir, hêj dihat derman kirin, di 3'yê Adarê de bi îdiaya "endama rêxistinê ye" û "gel teşwîqî kîn û dijminatiyê" kiriye hat girtin. Piştî hat girtin sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat kirin, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin. Rewşa Çapraz her ku diçe xirabtir dibe. Kendî Çapraz bi minasebeta cejna qurbanê bi xwişka xwe re hevdîtina vekirî pêk anî, der barê jiyana xwişka xwe de agahî da. Çapraz aşkera kir ku piştî xwişka wî ji bo sewq û raporê bi rîngê birine Stenbolê, bijîşkan hêrsa xwe li xwişka wî aniye û bi gotinên wekî 'Min ji tere çend rapor nivîsîn, tu hêj li vir î. Tu tê gel min biçe gel bijîşkê xwe, tu li vir nayê dermankirin.' Çapraz bi lêv kir ku xwişka wî jî bersiva 'Ez çi bikim, her dem raporan ji min dixwazin, vana ji min re na, ji rêveberî û midûrê girtîgehê bipirse' daye bijîşk û zextên li ser xwişka xwe anî ziman. Çapraz piştrast kir ku xwişka wî bi saetan di rîngê de hatiye rawestandin, der barê sewqa xwişka xwe de jî ev tişt anî ziman: "Beyî ku Sîbelê bibin bijîşk vegerandine. Bi saetan di rîngê de hatiye hiştin. Fermandar karên xweyên taybet daye kirin, di rîngê de tûrikê kolestomî diteqe. Bi sedyeyê dibin tûrikê wê diguherin, dîsa tînin davêjin hucreyê." Çapraz da zanîn ji ber ku xwişka wî bêhnê nagire, oksîjen hatiye girêdan, ji ber ku 2 kamera li ber serşoya wê hatiye bicihkirin, nikare biçe serşoyê jî. Her wiha Çapraz destnîşan kir ku girtiyê bi navê Ergîn Aktaş ê her du destên wî tuneyî jî li heman girtîgehê ye, saeta hevdîtina wan jî di heman saetê de ye, lê nehiştine bi wan re hevdîtin li heman salonê bê kirin. Çapraz anî ziman ji bo xwişka wî bi rêkûpêk bê dermankirin divê demildest serbest bê berdan. (ms)