Ji girtiyan ji bo herêmên xwerêveberiyê kampanya 2016-09-16 16:38:19 AMED (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtiyên ji doza PKK'ê ji bo herêmên xwerêveberiyê kampanya dan destpêkirin. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmaya Balikesîrê dimînin ji bo herêmên xwerêveberiyê kampanyaya piştevaniyê dan destpêkirin. Girtiyên ku di çarçoveya kampanyayê de dê pere kom bikin bi riya Komeleya Rojava dê ji welatiyên Nisêbîn, Şirnex, Gever û Sûrê re bişînin. (ozp/sa)