Li xeta Babê çi dibe? 2016-09-16 15:54:01 ENQERE (DÎHA) - Ligel ku Tirkiye piştî operasyona Cerablûsê niha jî hesabê dagirkirina Babê dike, leşkerên Amerîkayê yên ku ji Tirkiye derbasî Suriyeyê bûn li Raiyê ji hêla endamên OSO'yê ve hatin protestokirin û hatin qewirandin. Hesabên dorhêlên cûda yên li ser bajaroka Babê ya li ser xeta Minbic û Efrînê ye didomin. Ligel Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) piştî rizgarkirina Minbicê li ser daxwaza gelê Babê amadekariya rizgarkirina Babê dikir, derket holê ku Tirkiye û komên piştgiriyê didin wan xwe ji bo operasyonê amade dikin. Di çerçoveya operasyona Tirkiye ya ku dixwaze li şûna kembera ereban vê carê jî kembera Tirkan ava bike de 29 leşkerên Amerîkayê ji bo tevlî operasyona Babê bibin ji Tirkiye derbasî Raiyê bûn. Leşkerên Amerikî li Raiyê ji hêla endamên OSO ve hatin protestokirin. Ligel ku çapemeniya Tirk ragihand ku leşkerên Amerîkî ji hêla TSK'ê û Endamên OSO'yê ve hatin pêşwazîkirin jî ji qada ku amadekariya operasyonê lê tê kirin agahiyên cûda tên. Spûtnîkê nûçeyên têkildarî qewirandina leşkerên Amerîkayê piştrast kir û aşkere kir ku 29 leşkerên Amerika yên ku di nav de leşkerên payebilind jî hene li Raiyê ji hêla endamên OSO'yê ve hatine protestokirin û li ser aloziya ku rû da ye leşkerên Amerîkayê ji neçarî vegeriyan e Tirkiye yê. (ot)