Riya li ber avahiya AKP'ê bi wesayitên zirxî hat girtin 2016-09-16 15:52:07 AMED (DÎHA) - Piştî çalakiya bombeyî ya li dijî avahiya AKP'ê ya Wanê, li Amedê riya ku diçe avahiya AKP'ê bi wesayitên zirxî hat girtin. Ji aliyê gerîlayên HPG/YJA-Starê ve di 12'ê Îlonê de li hemberî avahiya AKP'ê çalakiya bombeyî pêk hatibû. Piştî çalakiyê riyên ku diçin avahiya AKP'ê ya Amedê bi wesayitên zirxî hatin girtin. Avahiya AKP'ê ku li duryana Tesîsler a navçeya Peyasê ye, bi wesayitên wekî TOMA û Ural hatin girtin. Bi girtina riyê re wesayitên ji milê Seyrantepe ve tên, nikarin bikevin riya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û riya navçeya Rêzanê. Berî çend mehan riya diçû Walîtiya Amedê jî bi blokên betonî hatibûn girtin. Bi şerê li heremê re riyên ku ji hêla hêzên dewletê ve tên girtin jî zêde dibin. (ozp/ms)