15 roj e di bin çavan de ye 2016-09-16 15:47:13 SÊRT (DÎHA) - Rêveberê DBP'a Çewlîgê Mesut Erdogan berî 15 rojan li Sêrtê hatibû binçavkirin, her çendî karûbarên îfadeyê qediya be jî bi hincetên "betlana cejnê" di binçavan de tê ragirtin. Rêveberê DBP'a Çewlîgê yê berê Mesut Erdogan di 2'yê Îlonê de di serdagirtina malê de li Sêrtê hat binçavkirin, ji wê demê vir ve li Midûryeta Polîsan a Sêrtê tê girtin. Erdoganê bi îdiaya "endamê rêxistinê" ye ev 15 roj in di bin çavan de ye, karûbarên îfadeyê jî qediya ye lê bi hincetên "betlana cejnê" li midûryetê tê ragirtin û dernaxin edliyeyê. Li gel Erdogan welatiyekî ku navê wî nayê zanîn di çarçoveya OHAL'ê de tê girtin. (ms)