Jinan bertek nîşanî qeyûmê dan 2016-09-16 13:58:58 AMED (DÎHA) - Hevparên KJA'yê yên Amedê bertek nîşanî qeyûma li dijî 24 şaredariyên DBP'ê hatiye tayînkirin dan û qeyûm wekî pêkanînên Hîtler pênase kirin. Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyekî bertek nîşanî qeyûmê dan. Jinên li ber avahiya DBP'a Sûrê hatin gel hev, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ji hêla Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Sadriye Sular ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku piştî hewldana derbeyê AKP'ê hemû beşên muxalîf girtine hedefa xwe, li ser vê rejîma xwe ava dike. Sular bal kişand ser êrîşên hêzên dewletê yên li dijî Sûrê jî û aşkera kir ku ev pêkanîn ji faşîzma Hîtleran ne kêmtir e, bi derbeya li dijî şaredariyan re vê pêkanînê temam dikin. Sular anî ziman ew qeyûmên hatine tayînkirin qebûl nakin û ev tişt got: "Hilbijêrên bi dengê gel hatine, dê bi dengên gel ji peywîrê biçin. Kes nikare vîna gel gasp bike." Sular piştrast kir ku ew wekî jinên kurdistanî dê li ber xwe bidin û xwedî li axa xwe derkevin. (ms)