Demîrtaş: Alp Altinors ne kujerê gel e, rûmeta me ye 2016-09-16 11:18:22 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokê Giştiyê HDP'ê têkildarî girtina Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors li ser malpera civakî peyamek parvekir û got: "Alp Altinors ne kujerê gel e, rûmeta me ye. Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bi hinceta ku li bajarê Tokatê tevlî merasîma cenazeyê Zakîr Karabulutê ku di teqîna li Enqerê ya di 10'ê cotmehê de pêk hatibû de jiyana xwe ji dest da bû di 9'ê îlonê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û ew biribûn bajarê Tokatê. Altinorsê ku 8 rojan di binçavan de hat hat girtin duh bi îdiaya 'Endamê rêxistinê ye' hatibû girtin. Di heman dosyaya ku 16 kes hatibûn binçavkirin de tevî Altinors 12 kes hatibûn girtin. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî girtina Altinors li ser twitterê peyamek weşand û girtina Altinors şermezar kir. Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: "Alp Altinors şoreşgerek ser bilind û bi rûmet e. Ne namerd, diz û kujerê gel e, ew rûmeta me ye." (ot)