Hevşaredara Cizîrê hat berdan 2016-09-14 20:59:26 ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û endamên MP a DBP'ê yên roja qeyûm hatin tayînkirin, hatibûn binçavkirin serbest berdan. Hevşaredara Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret û endamên MP a DBP'ê Yunus Durdu û Bîlal Aydin, Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz ên roja ku qayûm hatibûn teyînkirin, hatin binçavkirin derxistin edliyeyê. Îmret û kesên pê re yên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihatin sucdarkirin piştî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan hatir wergritin, serbest hatin berdan. (sa)