Hevşaredara Cizîrê derxistin edliyeyê 2016-09-14 19:14:54 ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û endamên MP a DBP'ê yên roja qeyûm hatin tayînkirin, hatibûn binçavkirin derxistin edliyeyê. Hevşaredara Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret û endamên MP a DBP'ê Yunus Durdu û Bîlal Aydin, Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz ên roja ku qayûm hatibûn teyînkirin, hatin binçavkirin derxistin edliyeyê. ÎMret û kesên pê re bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin. (sa)