Irmak û Sancar cejna gelê Dêrîkê pîroz kirin 2016-09-14 17:34:30 MÊRDÎN (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê Selma Irmak bi vesîleya Cejna Qurbanê bi gelê Dêrîkê re hatin gel hev. Irmak diyar kir ku wateya Dêrîkê berxwedan û têkoşîn e wiha got: "Gelê me yê Dêrikê tu carî van qeyûman nasnake. Her wha ji xwe emrê van qeyûman 3 meh in. Ez li vira bang li hemû xebatkarên me yên şaredariyan dikim. Vana nasnekin û neçin bi wan re nexebitin. Wan îrada gelê me gasp kir. Em ê jî li hemberî van dizan têbikoşin û bi ser kevin." Şandeya ji Parlamentera Colemergê Selma Irmak, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar rêveberiyên HDP-DBP'ê yên navend û naveçeyan bi munasebeta Cejna Qurbanê çûn navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê. Şande destpêkê derbasî avahiya DBP'ê ya naveçeyê bûn û li vir cejna gel pîroz kirin. Irmak li vir axaftinek kir û cejna dêrikiyan pîroz kir. Irmak diyar kir ku wateya Dêrîkê berxwedan û têkoşîn e. Irmak bal kişand ser qeyûmê jî û wiha got: "Gelê me yê Dêrikê tu carî van qeyûman nas nake. Her wiha ji xwe emrê van qeyûman 3 meh e. Ez li vira bang li hemû xebatkarên me yên şaredariyan dikim. Vana nas nekin û neçin bi wan re nexebitin. Wan îrada gelê me gasp kir. Em ê jî li hemberî van dizan têbikoşin û bi ser kevin." Piştre Sanca axivî û bi lêv kir ku gelê kurd heta niha tu carî serên xwe li ber tu zilmkarî netewandiye û wiha pêde çû: "Berxwedan gelê kurd berxwedaneke bi rûmet e. Em ê li rûmeta xwe, zimanê xwe, axa xwe, nasnama xwe û li vîna xwe xwedî derkevin." Piştî axaftinê heyet li sûka Dêrikê geriyan û cejna gel pîroz kirin û guh dan pirsgirêkên gel. (kom/ms)