Malbata Tayfur: Dixwazin li ser buyerê bigirin 2016-09-14 17:17:17 ERZIROM (DÎHA) - Li Bazîdê maşîna ciwanê bi navê Caner Tayfur bi îdiaya li serbanga "raweste" ranewestiya ye, hatibû gulebarankirin û bi granî birîndar bibû. Malbatê diyar kir ku dixwazin li ser buyerê bidin girtin. Li Parka Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi îdiaya li ser banga polîsan a "raweste" ciwanê bi navê Caner Tayfur ranewestiya ye, maşîna wî hatibû gulebarankirin û rewşa wî ya xeter berdewam dike. Tedawiya Tayfur li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Erziromê berdewam dike. Malbatê da zanîn rayedarên nexweşxaneyê der barê rewşa kurdê wan de daxuyaniyên bi nakok dide û dixwazin li ser buyerê bidin girtin. Malbatê aşkera kir ku bijîşkên der barê kurê wan de agahî dane, agahiyên wan bi nakok in û ev tişt hat gotin: "Destpêkê hat gotin di mil, pişik û gurçika reş û medê wî de gule hene. Hekîmê nexweşxaneyê piştî vê sibehê kontrol kir, da zanî ku tenê di mil û singa wî de şopên guleyan heye." Şahîde Tayfur destnîşan kir ku bijîşk der barê rewşa zarokê wan de agahiyên bi nakok didin, ji ber wê jî dixwazin li ser bûyere bidin girtin. Tayfur piştrast kir ku ew dê der barê rewşê de giliyan bikin. (ms)